المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Şiyar Amed: Kongre ji bo banga Rêber Apo bû bersiva herî bi wate

0 6

Ji delegeyên Kongreya Awarte ya 12’emîn a PKK’ê Şiyar Amed got, kongre ji bo banga aştiyê ya Rêber Apo bersiva herî bi wate ye û pêvajoyeke veguhertinê ya dîrokî destpê dike.

ŞIYAR AMED

Delege Şiyar Amed têkildarî Kongreya Awarte ya 12’emîn axivî û diyar kir kongre destpêkek nû ye. Amed got, “Kongre ji bo banga Rêber Apo ya aştî û civaka demokratîk bû bersiva herî bi wate.”

Şiyar Amed diyar kir ku ji bo avakirina sosyalîzma civaka demokratîk, destpêka pêvajoyeke nû ya têkoşînê îfade dike û got, “Ev pêvajoya ne tenê ji aliyê dîroka PKK’ê ve, ji bo gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn tê wateya vebûna asoyeke nû.”

Nirxandina Şiyar Amed bi vî rengî ye:

Kongreya fesix û bidawîkirina têkoşîna çekdarî, ji banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk re bû bersiva herî bi wate. Kongreyê destpêkê berxwedana Rêbertî silav kir, tam bi yekbûna nêrînan re ji banga Rêbertî re bersiv çêkir. Di heman demê de bi kelecan û coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Di vê kongreyê de xwedî li hemû pêvajoyên ji kongreya ewilî heya niha, ji şehîdên ewilî heya niha hate derketin. Di vê kongreyê de ji Hakî Kareran heya heval Fuat û Riza, hevrêyên di berxwedana Zapê de şehîd bûne, hemû şehîdên me bi rêzdarî hatin bîranîn. Ked, hewldan û xebatên aştiyê yên ku ji aliyê Birêz Sirri Sureyya Onder ve hatine meşandin, di vê kongreyê de bersiva xwe dît. Bi vê yekê re her çendî ku ev kongre kongreya fesixkirin û bi dawîkirina têkoşîna çekdarî ya PKK’ê ye, di heman demê de destpêkek e. Hem dawiya demekê, hem jî destpêka demekê. Li ser vî bingehî li herêmê, li qada navneteweyî di xebatên enternasyonal de asoyek nû da çêkirin. Dema mirov ji aliyê kongreya destpêkê û kongreya niha ve lê dinêre, kongreya destpêkê tê wateya têkbirina fermana mirinê ya li ser Kurdan, Kongreya nû jî li ser bingehê azadiyê destpêkirina pêvajoyekê îfade dike. Lewma dawiya demekê, lê di heman demê de destpêka demeke nû îfade dike. Li ser vî bingehî ev pêvajo tê wê wateyê ku gelê Kurd, Tirk, gelên din ên li Tirkiyeyê, gelên Rojhilata Navîn bi hev re civaka aştîxwaz ava bikin.

Bi rastî jî em qala pêvajoyeke welê dikin ku wê bibe geşedanên pir mezin. Lewma hem wê Rojhilata Navîn hem jî siyaseta cîhanê bandor bike. Ev kongre hinceta hemû hêzên ku PKK’ê krîmînalîze dikin jê distîne, hêviyeke mezin belavî hemû cîhanê dike. Rêber Apo deriyên nû vekirin, em hêvî dikin ku hemû hêz vê yekê rast binirxînin û wate bidinê. Divê em jî bi berpirsyariyeke hîn mezintir û ciddiyet, nêzî pêvajoyê bibin. Divê em hîn zêdetir bixebitin. Ji bo avakirina sosyalîzma demokratîk û civakparêz, ji her demê bêhtir divê em bi civakê re bibin yek. Bi taybetî divê em zimanê Sirri Sureyya Onder ê demokratîk, diyalog û lihevkirinê esas bigirin û vê pêvajoyê ber bi pêş ve bibin. Di vê kongreyê de ruh û zimanê wî serwer bû. Kongreyê berpirsyariya xwe bi cih aniye. Ev dem, dema avakirina azadiyê ye. Sîstema ku li ser înkarkirina Kurdan hatî avakirin, derbe xwar. Lewma em dikarin qala serketina îdeolojîk a Rêber Apo bikin. Eger mirov li ser vî bingehî nêzî kongreyê bibe wê bi wate be.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin