المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

h0WPcTHGW9@@0kIcz4AOUdFy

0 16

Heyeta Îmraliyê dê daxuyaniyê li Stenbolê bide

Cihê daxuyaniya Heyeta DEM Partiya ya Îmraliyê ku dê piştî hevdîtina li gel Rêber Apo bide, hate guherîn. Daxuyanî dê li Stenbolê were dayîn.

re hevdîtina xwe ya sêyem pêk bîne. Di hevdîtina sibehî de dê 7 kes cih bigirin.  Li gel Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan dê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, Ahmet Turk, Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol jî di heyetê de cih bigirin. 

Heyet dê piştî vê hevdîtinê di 27’ê Sibatê de li Stenbolê daxuyaniyekê bide. Cih û saeta daxuyaniyê dê piştre were eşkerekirin.

CIHÊ DAXUYANIYÊ DÊ WERE EŞKEREKIRIN

DEM Partiyê têkildarî mijarê di daxuyaniya xwe de ev yek got: ‘’Heyet dê sibehî (27’ê Sibatê) piştî hevdîtinê di saet 17.00’an de li Stenbolê daxuyaniyekê bide. Dê piştre cihê daxuyaniyê jî were eşkerekirin. Kedakarên çapemeniyê yên akredîte dê bikarin daxuyaniyê bişopînin. Kedkarên çapemeniyê yên dixwazin daxuyaniyê bişopînin, divê herî dereng heya sibehî saet 14.00’an li ser lînka jêrê navên xwe bidin ragihandin.’’ https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLSfIxas7JgfCK_TOWM1AEniflG-iwU4hCziDsiRE2t3-UZGM2g/viewform?pli=1

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin