المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Jin ji bo azadiya Rêber Apo li Parîsê derî bi derî geriyan

0 16

Dayika Tellî ya ku yek ji kesên ku ji bo Rêber Apo derî bi derî geriya, got, “Roj roja têkoşîn û berxwedanê ye, roja misogerkirina azadiya Rêber Apo ye.”

Meclisa Jinê ya Zîn a ku li banliyoya Drancy ya paytexta Fransa Parîsê xebatê dimeşîne, 15 hezar nameyên ji bo azadiya Rêber Apo amade kiribûn belav kirin.   

Jinên ku derî bi derî geriyan, banga beşdarbûna meş û mîtînga mezin a sibe li Strasbourgê bê lidarxistin, kirin.

Endama Meclîsa Jinê ya Zîn Dayika Tellî banga beşdarbûna meşa 15’ê Sibatê kir û got, “Roj roja têkoşîn û berxwedanê ye, roja misogerkirina azadiya Rêber Apo ye.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin