المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser komployê- 2

0 13

“Eger em jihevcudabûna di nava artêşa Tirk de û Gladîo’yê li ber çavan negirin, em nikarin vê operasyonê rast şîrove bikin. Di dîroka pêvajoyên NATO’yê de ji sedî sed operasyoneke herî girîng a pêvajoyan e.”

DERKETINA JI SÛRÎ

Derketina ji Sûrî bi operasyona NATO-Gladîo’yê re têkildar e. Eger em jihevcudabûna di nava artêşa Tirk de û Gladîo’yê li ber çavan negirin, em nikarin vê operasyonê rast şîrove bikin. Bi qasî tê yeqînkirin, Serokatiya Fermandariya Giştî ya Î. Hakki Karadayi û ya Huseyin Kivrikoglu serdestî her tiştî nebûn. Di pirsgirêka Kurd de nêzî helwesta Eşref Bitlis bûn. Li gorî wan bi şer bi temamî tesfiyekirina Kurdan hem ne pêkan bû, hem jî ne rast bû. Çareseriya siyasî û aştiyane ya Turgut Ozal û Eşref Bitlis dixwestin bidin destpêkirin hem weke erkeke welatparêziyê, hem jî li gorî têgihiştina şerê klasîk di cih de didîtin. Sakip Sabanci jî di nava TUSIAD’ê de temsîla beşekî dikir ku xwedî li vê xetê derdiket. Di nava MIT’ê de Serokê Daîreya Kontrgerîlla Mehmet Eymur û ji nava Midûriyeta Polêsan jî Hanefî Avci nêzîkatiyên wan parelelî heman xetê bûn. Vê ekîbê bûyera Sûsûrlûkê jî nirxandibû û li dijî lobiya şer pêngavek avêtibû. Dogan Gureş û Çevîk Bîr temsîla ekîba dijber an jî baskê Gladîo’yê dikirin.

ÎSRAÎLÊ PEYAM DIDA KU EZ JI SURIYEYÊ DERKEVIM

Beriya derketinê bi demeke kin, îstîxbarata Îsraîlê bi awayekî neyekser bi israr peyam dida ku divê ez ji Sûrî derkevim. Min veqetîn di cih de nedîtibû. Min fikar dikir ku wê statuya me ya li Sûrî derbeke mezin bixwe. Min ji aliyê stratejîk û îdeolojîk ve rast nedidît. Şer wê di riya xwe ya xwezayî de bimeşiya, di çarenûsê de çi hebû wê ew biqewimiya. Ez ne li ser xeta çarenûsî bûm. Lê ji bo min helwesteke manedar a dijçarenûsê nebû ku ez rabûma min xeta eskerî, polîtîk û îdeolojîk a sîh salî bidaya aliyekî û rota biguherta. Diviyabû ez durist bûma, ne rast bû ku ez li rizgarkirina xwe bifikiriyama. Piştî ku Atîlla Ateş li ser navê NATO-Gladîo cara dawî hişyar kir, eger Sûrî û Rûsya bi awayekî bi biryar pişta me bigirta şensê me hebû ku me şer derxista asteke jortir û bêhtir berfireh bikira. Lê bihêlin em vê destekê bibînin, herdu welat hêza wan tinebû giraniya min a şexsî rakin an jî ji bo vê niyeta wan tinebû. Bi rastî ji bo Sûrî ev ne pêkan bû. Ji Bakur Tirkan, ji Başûr jî Îsraîliyan di nava rojekê de karîbûn wê dagir bikin. Eger neketibûna nava panîkê, karîbûn ji bo min cihekî bêhtir di cih de bibînin. Nikarîbûn vê jî li ber çavan bigirin. Jixwe helwesta Rûsyayê bêhtir bêrûmet bû. Di berdêla Projeya Herikîna Şîn û krediya deh mîlyar dolar a IMF’ê de em bi darê zorê ji Moskovayê derxistin.

DU RÊ LI PÊŞIYA MIN BÛN

Di dema derketina ji Sûrî de du rê li pêşiya min hebûn: Ya yekê riya çiya bû, ya diduyan jî riya Ewrûpayê bû. Eger min riya çiyê hilbijarta ev dihat wê maneyê şer ê dijwar bibûya û eger min riya Ewrûpayê tercîh bikira ev jî dihat wê maneyê ku ez li şensê çareseriya dîplomatîk û polîtîk digerim. Çawa ku tê zanîn, amadekariyên ji bo riya çiyê ji zû ve dest pê kiribûn. Derketina çiyê îhtîmala xurt bû. Lê tam di wê pêlê de heyeteke Yewnanî hat cem me. Nûnera me ya Atînayê Ayfer Kaya gelek têkiliyên telefonî bi rayedarên di asta jor de danîbûn. Di encama van têkiliyan de heyeta Yewnan hat cem me û vê bûyerê kir ku em berê xwe bidin Atînayê. Derdê rayedarên Sûrî ew bû ku ez bi lez derkevim. Lê ji çûna min a Ewrûpayê zêde ne dilrehet bûn. Di vê mijarê de alternatîf neafirandin û ev ciddî qusûra wan e. Ya rastî, di nava hesabên me de çûna Atînayê tinebû. Firsendek bû. Min ji ciddiyeta dostên li wir jî bawer kiribû û lewma min fikar nekir ku ez vê firsendê bi kar bînim. Eger min zanibûya ez ê bi wê tabloyê re rûbirû bibim, ji sedî sed ez nediçûm Atînayê. Li vir pirsa divê mirov bike ev e: Li Yewnanistanê jî beşê Gladîo’yê bi hêz e, gelo di senaryoya derketina min de xwedî rol bû? Ez nikarim bersiveke vebirrî bidim. Hewcedariya vê mijarê bi lêkolînê heye. Heye ku di radestkirina min a Tirkiyê de DYE’yê bi rêveberiya Tirkiyê re li hev kiribe ku pirsgirêkên bi Yewnanistanê re çareser bikin. Ji bo vê, dibe ku bi kêmanî di asta sozdan û prensîbê de li hev kiribin. Nexasim di çareserkirina pirsgirêkên Ege û Qibrisê de îhtîmaleke xurt e, niyetên xwe diyar kiribin. Ji sedî sed divê mirov ji bîr neke ku Tirkiye di vê mijarê de dikare bêsînor paşve gavê biavêje. Sûriyê di 9’ê Cotmehê de bi hosteyî berê balafirê guhert û li Atînayê daxist. Kengî balafir li Atînayê daket Sûrî dilrehet bûbû. Dema ez li Atînayê daketim Kalenderîdîs derket pêşiya min. Kalenderîdîs serbazek bû di NATO’yê de wezîfedar bû û demeke dirêj li Tirkiyê mabû. Heman wezîfe li Swêdê jî meşandibû. Îhtîmal hebû ku di Gladîo’ya Yewnan de cih digirt. Gelekî dostane xuya dikir. Di navbera me de rêberekî balkêş jî hebû. Hinek belgeyên NATO’yê bi dizî dabûn min. Belkî jî bi sedema ku ez pê ewle bibim, wisa kiribû. Li heman balafirgehê wî ez bi xwe birim cem generalê hewayî û Şefê Îstîxbaratê Stavrakakîs ê li odeyekê radiwestiya. Stavrakakîs ji min re got, ji bo demekê be jî nabe ez li Yewnanistanê bimînim. Helwesta xwe di vî warî de hişk bû û mîna bibêje Nûh lê nebêje pêxember ji ya xwe nehat xwarê. Dostên soz dabûn me li naverastê xuya nedikirin. Heta êvarê me li ber hev da. Bi awayekî xweber têkiliya me ya Moskovayê Numan Uçar ket dewreyê. Me bi balafireke taybet a Yewnan berê xwe da Moskovayê. Di wê demê de Rûsya di nava kaoseke ekonomîk de bû. Me bi riya Serokê Partiya Demokrat a Lîberal Jîrînoskî xwe li Moskovayê danî. Îcar Şefê Îstîxbarata Hundir a Rûs derket pêşiya me. Ew jî xwedî hewayeke wisa bû, Nûh got pêxember negot. Di wan şertan de me nikarîbû ku em bimînin. Di wan rojan de qaşo ez sîhûsê rojan veşartî mam. Yên ku ez li cem wan dimam û bi min re eleqedar dibûn siyasetvanên bi koka xwe Cihû bûn. Min ji wan bawer dikir ku durist in. Bi rastî dixwestin min veşêrin. Lê ne rast bû ku ez vê rêbazê qebûl bikim. Di nava vê demê de hem Serokwezîrê Îsraîlê Şaron, hem jî Wezîra Karê Derve ya DYE’yê Allbright hatibûn Rûsyayê. Serokwezîrê wê demê yê Rûsyayê Pîrîmakov bû. Hemû jî bi koka xwe Cihû bûn. Herweha Serokwezîrê demê yê Tirkiyê Mesût Yilmaz jî di dewrê de bû. Di dawiya dawî de li ser Projeya Herikîna Şîn û krêdiya IMF’ê ya deh mîlyar dolarî li hev kirin û bi vî awayî rê li derxistina min a ji Rûsyayê vekirin.

NE PÊKAN BÛ KU MIROV BANDORA GLADÎO’YÊ NEBÎNE

Ji 9’ê Cotmeha 1998’an heta bi 15’ê Sibata 1999’an pêvajoyeke çar mehan a mîna bahozê derbas bû. Ji bilî hêza hegemon DYE’yê ti hêzê nikarîbû vê operasyona çar mehan amade bikira. Di vê pêvajoyê de rola hêzên taybet ên Tirk (Serokê van hêzan General Engîn Alan bûye) bi tenê bi balafirê birina min a Îmraliyê bû, ew jî di kontrolê de pêk hat. Di dîroka pêvajoyên NATO’yê de ji sedî sed operasyoneke herî girîng a pêvajoyan e. Ev ewqasî eşkere bû, em diçûn kîjan deverê ti deverê dengê xwe nedikir. Yên qebûl nekiribûna jî yekser bêdeng dikirin. Rûsya mezin jî bi awayekî pirr eşkere bêtesîr kiribûn. Jixwe helwesta Yewnaniyan têra ravekirina her tiştî dikir. Li Romayê tedbîrên ewlekariyê yên li nava mala lê dimam her tişt eşkere li pêş çavan radixistin. Li gorî girtinê tedbîrên awarte girtibûn. Rê nedan ku ez gava xwe jî biavêjim derve. Tîmên ewlekariyê yên taybet heta ber deriyê odeya min jî bîstûçar saetan kontrol dikirin. Hukûmeta D’Alema hukûmeteke çepgir demokrat bû. D’Alema bêtecrûbe bû, nekarî bi serê xwe biryarê bide. Li tevahiya Ewrûpayê geriya. Ingilîstanê jê re got divê ew bi xwe biryara xwe bide. Zêde piştgiriya wî nekirin. Helwesta Brukselê ne zelal bû. Di encamê de em şandin ber destê dadgeriyê. Di vê helwestê de ne pêkan bû ku mirov bandora Gladîo’yê nebîne. Jixwe Îtalya yek ji wan welatan bû ku Gladîo lê gelekî bi hêz bû. Berlusconî tevahiya hêza xwe xistibû nava tevgerê. Ew bi xwe peyayê Gladîo’yê bû. Ji ber ku min zanîbû Îtalya wê nikaribe xwe bide ber barê min, ez ji Îtalyayê veqetiyam. Bêguman di berdêla vê de Tirkiye bûbû welatê DYE û Îsraîl herî zêde pê ewle, lê di heman demê de li Tirkiyê wer kiribûn ku herî zêde bûbû dûvikê wan û bi pey wan ketibû. Ew pêvajoya jê re digotin Tirkiye weke şîpeke har global dibe, ya rastî, ew çîroka pêvajoya pêşkêşkirina Tirkiyê ji kapîtalîzma fînansê ya globalîzmê re bû û ne tiştekî din bû.”

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin