المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Savary: Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan lîderekî girîng e

0 64

Dr. Beppe Savary li bajarê Bellinzona yê Swîsreyê di panelekê de axivî û destnîşan kir ku Rêber Apo ji bo hemû gelan lîderekî girîng e.

Di çarçoveya kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ ku ji bo azadiya Rêber Apo li tevahiya cîhanê tê meşandin, çalakî dewam dikin. Di vê çarçoveyê de li bajarê Bellinzona yê kantona Ticino ya Swîsreyê, Komeleya Çanda Kurd a Demokratîk a Ticino panelek lidar xist. Panel bi sernavê ‘Azadî ji Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ pêk hat û Serokê Komîteya ‘Azadî ji Ocalan re’ ya Swîsreyê Dr. Beppe Savary-Borioli, Serokê Komeleya Çandê ya Punto Rosso ya li Îtalyayê Roberto Mapelli û bi navê Navenda Civaka Kurd a Ticinoyê Ahmet Yaman weke qiseker tevlî bûn. Aktîvîsta Collettivo Scintilla Selîn Devrîm moderatorî ji panelê re kir.

ABDULLAH OCALAN JI BO ROJHILATA NAVÎN MÎNA MIFTEYEKÊ YE

Qisekerê destpêkê yê panelê Dr. Beppe Savary anî ziman ku Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû gelên cîhanê lîderekî girîng e. Savary destnîşan kir ku paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo ji bo çareseriya şerê li Rojhilata Navîn mifteya çareseriyê ye û got, “Kampanya ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan beriya salekê destpê kir, ji bo bi ser bikeve divê hîn bêhtir bi xurtî bê meşandin, hewl bê dayin. Rêya bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn paradîgmaya neteweya demokratîk a Ocalan e. Ev paradîgma derfetê dide gelan ku di nava aştiyê de bi hev re bijîn. Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelan aktorekî girîng e. Divê azadiya wî bê misogerkirin û di vê oxirê de em têkoşîna xwe mezin bikin.”

ABDULLAH OCALAN JI BO EWROPYAÊ JÎ HÎNDEKAR E

Qisekerê duyemîn Roberto Mapelli jî anî ziman ku fikrên Ocalan ne tenê ji bo Rojhilata Navîn ji bo hemû Ewropayê hîndekar e û destnîşan kir ku fikrên Ocalan ên li ser azadiya jinê û ekolojiyê bi rêya mînaka Rojava dikare bê fêhmkirin. Mapelli got, “Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ew ji bo civaka Ewropayê jî rê nîşan dide. Fikrên wî yên li ser mijara azadiya jinê gelekî hêja ne. Di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de ya li Rojava, rola jinên Kurd nîşan dide ku fikrên Ocalan ketine meriyetê. Lewma tecrîdkirina wî nayê qebûlkirin. Divê tecrîd tavilê bi dawî bibe û fikrên Ocalan karibe bigihêje girseyên hîn mezin.”

DIVÊ KAMPANYA HÎN BÊHTIR BÊ XURTKIRIN

Qisekerê dawî yê panelê Ahmed Yaman diyar kir ku divê polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan bi dawî bibe û got, “Kampanya ku par hate destpêkirin girîng bû, lê belê hîn jî encama ku jê tê xwestin bi dest neketiye. Têkoşîna ji bo Rêber Apo tê meşandin divê bi çalakiyên hîn xurt dewam bike.”

Yaman ragihand tecrîda ku dewleta Tirk ferz dike ne tenê li ser Ocalan e, li dijî azadiya gelê Kurd e.

Panel bi bersivên qisekeran ên li ser pirsên beşdaran bi dawî bû. Di dawiya panelê de dirûşma ‘Viva Ocalan, Viva Kurdistan’ hate qîrîn.

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin