المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Berdevka CGT Arnaiz: Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bixebitin

0 24

Ji berdevkên CGT’ê ku yek ji sendîkayên herî mezin ên Spanyayê ye Carmen Arnaiz got, “Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriyeke siyasî bixebitin.”

PANELA LI SPANYAYÊ

  •  în, 4 kewçêrê 2024, 11:16

Di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re’ ku di asta navneteweyî de tê meşandin, yek ji konfederasyonên herî xurt ên sendîkayên karkeran a Spanyayê CGT (Confderacion del Trabajo) bi sernavê ‘Pirsgirêka Kurd û çareseriya polîtîk’ panelek lidar xist. Panel li paytexta Spanya Madrîdê li avahiya CGT’ê pêk hat. Nûnera Kongra Star a Ewropayê Ronash Shexo weke panelîst amade bû. Di çalakiyê de ku gelek sendîkavan û endam amade bûn, wêne û afîşên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

https://cdn.iframe.ly/Clk5onX

Nûnerê Madrîdê yê CGT’ê Cecu di destpêka panelê de axivî û qala aliyê siyasî û dîrokî yê Kurdistanê kir. Her wiha bal kişand ser tecrîda 25 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman ku panel di çarçoveya pengava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ tê lidarxistin. Cecu girîngiya tevlîbûna her kesî ya li panelê destnîşan kir û got, perspektîfa Konfederalîzma Demokratîk a Ocalan ji bo gelan çavkaniya sûdwergirtinê ye.

https://cdn.iframe.ly/zBfOWkb

Ronahs Shexo jî li ser sîstema wekhev, komunal, ekolojîk û azadîparêziya jinê ya li Rojava agahî da û diyar kir ku sîstema li Rojava li ser rexnekirina netewe dewlet û desthilatdariyê ava bûye. Ronash Shexo ragihand ku dewlet û desthilatdaran nirxên demokratîk têk birine û li hemberî vê yekê wan sîstemeke alternatîf ava kirine.

Ronash Shexo destnîşan kir ku şoreşa Rojava bi bicihanîna paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye.

‘JI BO WERGIRTINA ENCAMÊ EM Ê BIXEBITIN’

https://cdn.iframe.ly/D4jLBJQ

Ji berdevkên CGT’ê û Sekretera Karên Civakî Carman Arnaiz jî diyar kir ku ji destpêka pêngavê û vir ve ew bi gelê Kurd re ne û bûne parçeyek ji kampanyayê. Carmen Arnaiz işaret bi girîngiya kampanya navneteweyî kir û got, “Me name ji CPT re şand. Em tevlî meşan bûn. Em hîn jî dibînin ku sazî neketine nava liv û tevgerê. Ji bo serketina vê pêngavê em li ser pirsa ‘Em hîn dikarin çi bikin?’ nîqaşê dikin. Em nîqaş dikin ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî hîn bêhtir dikarin çi bikin. Em dixwazin fikrên Abdullah Ocalan li qadeke hîn berfireh belav bikin. Ji bo azadiya Abdullah Ocalan, çareseriya siyasî û encamwerrgirtina ji kampanyayê em ê bixebitin.”

https://cdn.iframe.ly/6nX4q6m

Piştî panelê ji bo silavkirina pêngava navneteweyî wêneyên Abdullah Ocalan hatin hildan.

https://cdn.iframe.ly/gK2U0Pq

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin