‘Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn paşerojeke ji civaka demokratîk pêşniyar dike’
Zanyarê siyasetê Dr. Hasan Kiliç destnîşan kir ku banga 27’ê Sibatê berhema aqlekî welê ye ku rêveçûna li cîhanê û bandora wê ya li ser herêmê baş hesab kiriye û dixwaze paşerojê ava bike.

Piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulanê de Kongreya 12’emîn lidar xist û ragihand ku pirsgirêka Kurd ketiye ser rêya çareseriya bi siyaseta demokratîk, lewma PKK’ê mîsyona xwe ya dîrokî temam kiriye. Di çarçoveya vê yekê de ji dewleta Tirk tê hêvîkirin ku gavên şênber biavêje. Her wiha bang li meclîsê tê kirin ku bi erk û berpirsyariyê rabe.
Baş e ev pêvajo, banga 27’ê Sibatê û daxuyaniya kongreya PKK’ê di nava kîjan şert û mercan de pêk hat? Zanyarê siyasetê Dr. Hasan Kiliç mijar ji ANF’ê re nirxand.
Hasan Kiliç anî ziman ku modernîteya kapîtalîst ji aliyê aborî-polîtîk, jeo-polîtîk, nirxên moralê û pîvanên ku hilberandiye xitimî ye, navendên modernîteya kapîtalîst bi xwe demeke dirêj e nîqaş dike ku êdî bi rewşa heyî nayê meşandin û got, “Bi dehan sal in tê axaftin ku em gihîştine dawiya cîhana ji yek cemserî. Li aliyê din kapîtalîzm di dema neolîberal de hîn bêhtir kete ser rêya danheviya sermayeya ji navenda fînans kapîtalê û ev rê bi krîza 2008’an re hîn bêhtir xitimî, ku vê yekê pêwîstî bi hevsengiyeke nû ya ji aliyê aborî-polîtîk ve afirand. Her wiha herî dawî bi hilweşîna Sowyetê r eRojava hegemonya xwe li ser pîvanên lîberal’ li çar aliyên cîhanê ferz kir û serweriya xwe misoger dikir. Lê belê bi taybetî bilindbûna lîderên populîst, xitimîna aborî-polîtîk û jeo-polîtîk, tercîha civakên mezin a ji ber krîzên çînî ya ber bi rastgiriyê, gelek rewşên weke van hemûyan nîşan dida ku ev norm êdî dûrî çareseriya pirsgirêkan e. Ji xwe ji aliyekî ve pisporên IMF’ê radigihandin ku sîstema piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hatiye avakirin êdî hilweşiya ye, li aliyê din jî têgihiştina ‘serweriya terîtoryal’ a ku navenda vê pergalê ye, derbasdariya xwe winda dikir.
Bi kurtasî modernîteya kapîtalîst bi gelek krîzên pir alî yên çînî, siyasî, çandî û exlaqî re rû bi rû ma. Vê yekê jî işaret bi wê dikir ku pêwîstî bi guherîna sîstema heyî ya cîhanê ye.”
Dr. Hasan Kiliç anî ziman ku di rewşeke bi vî rengî ya ji krîzên mezin ên li cîhanê de gotina Karl Marx a ku gotibû, ‘Zor ebeya her civaka berê ye ku ji bo civakeke nû re ducanî ye’ careke din kete rojevê û got, “Li navenda lêgerîna avakirina sîstemeke nû ya kapîtalîzmê tundî hate bicihkirin.
Modernîteya kapîtalîst dema ku ji bo avakirina nûbûnê tundî xiste dewrê, xwest Rojhilata Navîn weke laboratûwarekî bi kar bîne. Bûyerên ku piştî 7’ê Cotmehê li cografya Rojhilata Navîn qewimîn işaret bi wê rastiyê dikir ku sîstema berê hilweşiya ye û têkoşîna ji bo sîstema nû destpê kiriye.”
Zanyarê siyasetê Dr. Hasan Kiliç diyar kir ku dema ew bala xwe didin ser dîrokê, dibînin ku kapîtalîzm li Rojhilata Navîn nehatiye û got, “Piştî ku ev rastî dît, du rê derketin holê. Ya wê cografya Rojhilata Navîn û gelên wê wî kirasê ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst ve hatiye dirûtin lê belê lê nayê bi dehan salên din li xwe bikin, yan jî wê bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin.
Di vê kêliyê de Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê ya Birêz Ocalan dibe xwedî wateyeke mezin. Dema ku mirov bala xwe didin ser naverokê bangê, hingî dibîne ku qalê dike ku tecrûbe/pêvajoya dîrokî ya ji du cîhanan a weke şerê sar û reel sosyalîzmê li pişt maye û şert û mercên avabûn û pêşketina PKK’ê bi van pêvajoyên dîrokî yên cîhanê re vedibêje. Yanî tê destnîşankirin ku şert û mercên dîrokî-cîhanî yên ku PKK afirand ji holê rabûye û qonaxeke nû destpê kiriye. Bi vî rengî pêvajoya veguherînê ya li cîhanê û Rojhilata Navîn, yanî ruhê demê hîn ji hevoka destpêkê bi şênberî radixe pêş çavan. Birêz Ocalan diyar dike ku şert û mercên dîrokî-cîhanê guherî ye û bi şopandina vê guhertinê re pêwîstî bi pêngaveke xurt heye. Lewma ji Rojhilata Navîn, Tirkiyeyê; ji gelê Kurd re deriyê pêngaveke nû, rêyeke nû nîşan dide. Eger em vegerin ser gotina ku min beriya niha bal kişand ser; Têkildarî paşeroja Rojhilata Navîn di destê her kesî de opsiyonek heye. Birêz Ocalan jî ji bo Rojhilata Navîn paşerojeke civaka demokratîk pêşniyar dike. Yanî têkildarî paşeroja herêmê di navbera gelek pêşdîtinên weke ‘Li Rojhilata Navîn dewamkirina rageşiyê ji bo ewlehiya Îsraîlê’, ‘Ji bo ewlehiya Îsraîlê avakirina pergaleke nû ya mêtingeriyê’, ‘Jinûve avakirina Osmaniya Nû’ pêşdîtineke alternatîf a civaka demokratîk dide pêş. Bi wêrekî radixe pêş çavan ku her tiştên berê bi rengekî radîkal hildiweşe. Nîşan dide ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn eger bi lihevkirina demokratîk civaka demokratîk bê avakirin, wê gelên herêmê karibin çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin.
Dawiya dawî banga 27’ê Sibatê bi pêşdîtineke xurt a rêveçûna li cîhanê û herêmê, işaretê bi helwesteke li hemberî kaosa heyî dike, di heman demê de berhemê aqlekî welê ye ku dixwaze ji niha ve paşerojê ava bike. Ji ber vê yekê jî di cih de ye ku ji vê bangê re bê gotin, Banga Sedsalê.”
Têkildarî biryara fesixkirina PKK’ê û dawîanîna li têkoşîna çekdarî jî Dr. Hasan Kiliç got, “Biryara fesixkirinê ku di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de hate kirin, eger tenê li ser tundiyê bê nirxandin wê ev yek kêmasiyeke mezin be. Belê aliyê vî şerî, vê tundiyê heye. Lê belê têkoşîna ji bo sîstemeke piştî vî şerî bê avakirin, divê bi rengekî hîn berfireh bê nirxandin. Lewma di daxuyaniya têkildarî biryara fesixkirinê de tespîteke di cih de heye. Dibêje, ev dawî nîne, destpêkeke nû ye.
Weke biryareke rast tê dîtin ku şert û mercên heyî rast nirxandine, li dora têkoşîneke demokratîk-sosyalîst û şoreşger dixwaze di nava pergala nû de cih bigire. Lewma bi gaveke zû ya ku bersivê dide konjoktura heyî perspektîfa ji bo paşerojê diafirîne.”