bı boneya /26/e mîn sealvegera komploya navneteweyî hıjmareke name hatın rêkırın jı gelek alıyan û welatan û rêxıstınên mırovî û huqûqî re .

“Nûçeyeke girîng”
Bi boneya bîst û şeşemîn salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, Însiyatîfa Sûriyayê ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan, bi kordîneya Înîsiyatîfa Parêzerên Sûriyayê ya parastina Rêber Abdullah Ocalan, hıjmareke name hatn şandin, hin ji wan ji bo welatên ku di plansazkirin û pêkanîna komploya navneteweyî ya lı ser Rêberê Abdullah Ocalan de rol lîstine, û hın welatên Ereban yên xwedî bandor û her wıha rêxıstınên mırovî û huqûqî .
Her du Insıyatîfan di naveroka wan nameyan de daxwaz ji hemû aliyan kirin ku rola xwe di zexta dewleta Tirk de bılîzın ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî çalak bibin, ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya îradeya gelê Kurd e, û xwediyê nêrîneke kûr ya siyasî û analîtîk e ku dikare bibe alîkar ji bo çareserkirina doza Kurd û çareseriya aştiyane û demukrat ya pirsgirêkên Rojhilata Navîn.