المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Însiyatîfa Iraqî ya Azadiya Ocalan banga çareseriya aştiyane bo pirsgirêka kurd kir

0 14

Înîsiyatîfa Iraqî ya  Azadiya Ocalan di 26`emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de bang kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdî bi awayekî dadmend, di navbera rayedarên Tirkiyeyê û nûnerên Kurdan de diyalogeke cidî bê kirin. Însiyatîfê destnîşan kir ku aştî û demokrasî yekane rêya pêkanîna dadmeniyê ye li herêmê.

Însiyatîfa Iraqî ya Azadiya Ocalan banga çareseriya aştiyane bo pirsgirêka kurd kir

Înîsiyatîfa Iraqî ya Azadiya Ocalan, bi nêzîkbûna 26’emîn salvegera dîlgirtina rêber Abdulah Ocalan û berdewamiya sîstema îşkence û qirkirinê ya li girtîgeha Îmraliyê, daxuyaniyek da.

Di dxuyaniyê de hate gotin “Felsefeya Ocalan a ku di salên xwe yên girtîgehê de pêş xistiye, li ser têgeha “neteweya demokratîk” hatiye avakirin. Armanca wê derbaskirina netew-dewleta kevneperest e û avakirina sîstemeke siyasî ya ku cihêrengiya çandî û olî diçesipîne û tevlêbûna hemû pêkhateyan misoger dike ye. “

Her wiha hate gotin: “Ji ber vê yekê em li gorî helwesta xwe ya exlaqî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayekî dadmend, em banga diyaloga cidî û rasterast di navbera dewleta Tirkyeyê û nûnerên Kurdan de dikin. Her wiha em bang dikin ku ji bo birêz Ocalan zemîna hiqûqî û siyasî were avakirin, ji bo pêkanîna aştiyê li herêmê”.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku banga “Ocalan a ji bo aştî û demokrasiyê peyamek bi hêz, û felsefeya wî ya “neteweya demokratîk” rêyeke alternatîf a bihevrejiyana aştiyane ya gelan pêşkêş dike. Em tekez dikin ku eger Tirkiye bi rastî dixwaze li herêmê aşitiyê pêk bîne, divê nêzîkatiya xwe ji nû ve ber çavan re derbas bike û çareseriya aştiyane bo pirsgirêka kurd bibîne. “

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin