المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Daxuyanî Ji Bo Raya Giştî Ya Cîhanî

0 42

Piştî ku nûnerê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan birêz Omer Ocalan di 23’ê Cotmeha borî de bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, piştî qutkirina ku çil û sê mehan dumand ,cardin dewleta Tirk cezayê  dîsîplînê yê nû ferz kir li dijî Rêber Abdullah Ocalan, bêyî ku tu agahiyan di  der barê sedema vê cezayî de bide, ji bo careke din bi malbat û muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk neyne.

Ev cezayên domdar û berdewam, li pey hev û yên ku xwe naspêrin tu bingehên  hiqûqî û qanûnî , ji bilî îfadeya zelal ya polîtîkaya tecrîda girankirî û tinekirina mutleq ya  ku dewleta Tirk  ji kêliya ravandina Rêber Abdullah Ocalan ve li dijî wî dide meşandin .

Vê bi awayeke rast werdigerîne  di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de , dualîtiya siyaseta ku li dijî gelê Kurd dimeşîne, ji aliyekî ve îdiaya destpêkirina pêngava aştiyê û qonaxa diyalog û biratiyê ya dîrokî ya Kurd-Tirk dike, Ji aliyê din ve û di heman demê de, bi bombebarankirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û Şengalê, bi balafirên bê pîlot, balafirên şer û çekên giran, wêrankirina binesaziya herêmên kurdî, bi tometkirina wan bi terorê re. Her wiha cezayên nû yên dîsîplînê yên li ser Rêber Abdullah Ocalan didomînin.

Em di wê baweriyê de ne ku bi bilndkirina asta tekoşînê  bi pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Ocalan ku di derbasbûna sala xwe ya duyemîn de ye ku di bin dirûşma: { ji Rêber Abdullah Ocalan  re azadî  , ji doza kurd re çareseriya siyasî }.

 bi baweriya me bi girîngiya rola  desteyan ,û sazî, rêxistin,  û encûmenên mafên mirovan ên cîhanî, navneteweyî û ewropî di  parastina mafên mirovan û pêkanîna edaleta mirovî de, bi navê Însiyatîfa Sûriyê ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan. bang li hemûyan dikin ku rola xwe aktîv bikin,

û rê li bêşiyan wan  bigrin ,di derbarê binpêkirınên qanûnî û huqûqî yên ku dewleta Turk di derheqê rêber Abdullah Ocalan de bêk tîne , ev polîtîkayên ne mirovî yên ku dewlta Turk dihonîne di derheqê rêbertiyê de pêk tîne  ,em bang û daxwaz dikin ku ev tecrîd dawî lê were kirin û rêbertî fîzîkî azad bibe.

Insiyatîfa riyê Ya Azadiya Rêber  Abdullah Ocalan

3-11-2024

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin