المبادرة السورية لحرية القائد عبدالله اوجلان

Peyama Tuncer Bakirhan a ji bo Şengalê: Merheleya azadiyê dest pê kiriye!

0 14

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan peyameke bi dîmen şand Konferansa Ronakbirî ya Şengalê û got: ‘’Bi banga Aşitî û civaka demokratîk re jiyana Êzidiyan, Elewiyan, jinan, ciwanan, Kurdan êdî ketiye merheleyeke nû,merheleya azadiyê.’’

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan peyameke taybet a bi dîmen ji Konferansa Ronakbirî ya Şengalê re şand. Tuncer Bakirhan di destpêka axaftina xwe de bale kişand ser têkoşîn û berxwedana Şengalê û wiha got: ‘’Têkoşîna Şengalê rûmeta me ye. Şengal dîrok e, berxwedan e, bawerî ye. Têkoşîna Şengalê li dijî zalima ye, em vê ti carî ji bîr nakin.”

Tuncer Bakirhan di peyama xwe de bibîrxist ku di dîrokê de kîjan dewlet û desthilatdariyê hatibe, xwestine zilmê li Êzidiyan bikin û axaftina xwe wiha berdewam kir: ‘’Gelê Êzidî jî her dem li hemberî zaliman li ber xwe da. Îro dinya Êzidiyan û baweriya Êzidiyan qebûl dike. Ji ber ku Êzidî li ber xwe dan, mafên xwe parastin.’’

STATUYA ÊZIDIYAN MAF E

Berdewamiya peyama Partiya DEM Tuncer Bakirhan bi vî rengî ye; 

‘’Li Rojhilata Navîn dinyayeke nû ava dibe. Hebûna Êzidiyan, têkoşîna wan îlhamê dide dinyayê. Ev îlham li dijî kapîtalîzmê ye, li dijî talanê ye. Statuya Êzidiyan maf e, weke şîrê dayikê helal e. Îro li ser Êzidiyan ji gelek aliyan ve êrîş hene, em van êrîşan qebûl nakin. Em hesabên qirêj ên li ser Êzîdxanê qebûl nakin. Lazim e herkes bi rêzdarî nêzî îradeya civaka Êzidî bibin. Em dibêjin Şengaleke azad, Êzîdxaneke azad. Xweserî, çareseriya pirsgirêkên siyasî ye. Xwerêveberî parastina civakê ye, parastina jiyanê ye, parastina demokrasiyê ye.

JI AMEDÊ HETA ŞENGALÊ EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN PÊVAJOYÊ

Bi banga Aşitî û civaka demokratîk re jiyana Êzidiyan, Elewiyan, jinan, ciwanan, Kurdan êdî ketiye merheleyeke nû. Ketiye merheleya azadiyê, meşa azadiyê dest pê kiriye. Dirûşmeya konferansê ya ‘Banga Civaka Demokratîk bersiva 73 fermana ye’ pir girîng e. Şîareke rast û dîrokî ye. Ji Şengalê heya Amedê, ji Qamişloyê heya Qersê em piştgirî didin vê pêvajoyê. Em dibêjin ev dem dema me ye, ev çareserî çareseriya me ye.

GER EM XWEDÎ DERKEVIN WÊ PÊVAJO BI SER BIKEVE

Civaka Êzidî pêwîst e xwedî li vê bangê derkeve, ev gaveke stratejîk e. Birêz Ocalan bi salan li ser vê xebitî, divê em xwedî li vê bangê derkevin. Eger em xwedî lê derkevin wê ev pêvajo biserkeve. Weke birêz Ocalan jî got, bi banga Aşitî û Civaka Demokratîk re êdî ferman û talan diqede. Divê şert û mercên birêz Ocalan ji bo xebateke azad were sererastkirin. Civak dixwaze dengê wî bibihîse, gel dixwaze birêz Ocalan bibîne. Azadiya birêz Ocalan ji bo Rojhilata Navîn hewce ye.’’

Bersivekê bihêle

Emaila te nayê belavkirin